Ezmûna tercîhên Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ya ku di 27ê Tîrmehê de dest pê kiribû, sibe roja dawî ye.
Ezmûna tercîhên Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ya ku di 27ê Tîrmehê de dest pê kiribû, sibe roja dawî ye.
Namzet wê sibê heta saet 23:59’an karibin hilbijartina xwe bikin. Namzed dikarin tercîhên xwe li gor rêgezên di rêbernameya li ser malpera OSYMê (https://ais.osym.gov.tr) bi hejmara nasnameya xwe û şîfreyên xwe an jî ji Serlêdana Mobîl a Danûstendinên Namzetan ya OSYMê pek bînin.
Pêvajoya tercîhê wê li gor hişyariyên li ser ekranê bi dawî bibe. Li navendên serîlêdanê wê tercîh neyê kirin.
Lîsteyên tercihan ên ku ji OSYM'ê re bi posteyê an jî bi destan hatine şandin wê ne derbasdar bin. Tenê hilbijartinên elektronîkî wê bên qebûl kirin.