Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amed, çalakîya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 745’emîn de li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr ên di sala 1994’an de hatin windakirin pirsîn.

Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Necla Kûrûl û endamên Odeya Tabîban a Amedê tev li çalakîyê bûn û wêneyên windayan hildan. Hevseroka Egîtîm Senê Necla Kûrûl di çalakîyê de axivî û wiha got: “Em dixwazin êdî kes neyê windakirin.
Bila ciwanên me b idi siberojê de neyên windakirin. Em li cem Dayikên Şemîyê ne. Bi salane dixwazin xeberê ji zarokên xwe bigirin. Ji ber bêcezahiştina dewletê hê jî li zarokên xwe digerin. Ji bo ev di siberojê de neqewimin em ê xebatên xwe bidomînin.” Daxuyanî piştî çalakîya rûniştinê bi dawî bû.