Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bang li Maseya Şeş Alî kir û got, dengê xwe bidin namzedê HDPê.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bang li Maseya Şeş Alî kir û got, dengê xwe bidin namzedê HDPê.
Buldan ragihandibû ku HDP wê namzetê xwe yê serokomariyê eşkere bike û wê bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Bûldan ji bi-ane-tê pirsên Rûken Tûncel bersivand û wiha got, “Bila Maseya Şeş Alî namzetê xwe vekşîne û bila dengê xwe bidin namzetê HDPê. Em ewqas zelal diaxivin. Namzedê ku em ê destnîşan bikin, wê ji namzetê maseya 6 alî bêhtir pêbawer û berfireh be. Namzedê me wê xîtabê wijdana civaka Tirkiyeyê bike. Namzedê me jî dikare di tûra duyemîn de bikeve pêşbirkê."