Nûnerên sazîyên çapemenîyê dîyarkirin ku qanûna dezenformasyonê "qanûna sansûrê" ye û destnîşan kirin ku azadîya çapemeniyê wê ber bi rêya tarî ve biçe.
Nûnerên sazîyên çapemenîyê dîyarkirin ku qanûna dezenformasyonê "qanûna sansûrê" ye û destnîşan kirin ku azadîya çapemeniyê wê ber bi rêya tarî ve biçe.
"Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Çapemenîyê û Hin Qanûnan" a ji 40 xalan pêk tê, ji alîyê AKP û MHP'ê ve pêşkêşê Meclîsê hat kirin û li Lîjneya Edaletê ya Meclîsê hat qebûlkirin. Eger qanûna ku mûxalefet weke "sansûr û bêdengkirina civakê" bi nav dike, ji Lîjneya Giştî ya Meclîsê derbas bibe, wê destûra derxistina qertên çapemenîyê bide Midûrîyeta Ragihandinê. Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Hevçax Can Guleryuz, dîyarkir ku ev pêşnîyar wê pêkanînên heyî yên zext û sansûrê zêde bike û dîyarkir ku wê rê li ber pêkanînên kêfî yên li dijî azadîya ramanê veke.