Pêşnûmeya qanûnê ya ku tê de mûçeya karmendan wê bibe 22 hezar lîre pêşkêşê Serokatiya Meclîsê hat kirin
Pêşnûmeya qanûnê ya ku tê de mûçeya karmendan wê bibe 22 hezar lîre pêşkêşê Serokatiya Meclîsê hat kirin.
Serokê Koma AKPê Abdullah Guler ê ku pêşnûme pêşkêşê Meclisê kir daxuyanî da û wiha got: "Me pêşnûmaya qanûnê ku tê de mûçeya herî kêm a karmendan wê 22 hezar lîre, pêşkêşê Serokatiya Meclîsê kir.
Ji bilî zêdekirina mûçeyên salane yên hemû karmendên cemaweriyê, ferqa enflasyonê jî tê de, em pêşbînî dikin ku wê 8 hezar û 77 lire zêde bibe. Mûçeya karmendan yê herî kêm wê bibe 22 hezar û 17 lîre. Bi vê awayê rêjeya zêdebûna meha Tîrmehê digihê ji sedî 86an.
Li aliyê din em ê ji sedî 142 zêdebûneke kombûyî bi dest bixin. Mûçeya karmendan wê bibe 25 hezar 15 lîre. Rêjeya zêdebûna tîrmehê bi navînî ji sedî 74 e. Em ê di rêjeya kombûnê de ji sedî 129 zêdebûnekê bi dest bixin."