Xebatkarên PTT'ê yên Amedê ku bi hinceta kar û xebat zêde ye xebitandina di 9 rojên betlaneya cejnê, bertek nîşan dan û dîyar kirin ku ev pêkanîn kêfî ye.
Xebatkarên PTT'ê yên Amedê ku bi hinceta kar û xebat zêde ye xebitandina di 9 rojên betlaneya cejnê, bertek nîşan dan û dîyar kirin ku ev pêkanîn kêfî ye.
Şaxa Haber-Sen'ê ya Amedê ku îro li ber Navenda PTTê ya Amedê daxuyanî da û dîyar kir ku ew ê ji ber xebitandina karkeran a di betlaneya 9 rojên cejnê de li PTT'ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku, "Wekî Her tim Midûrîyeta Giştî ya PTT'ê bi hinceta ku kar û bar zêde ye mafên betlaneya fermî ya karkerên PTT'ê xesp dike. Em ê tavilê dawî li van kiryarên Midûrîyeta Giştî ya PTT’ê yên neheq û nehiqûqî bînin.
Di Cejna Qurbanê de em ê li dijî xebitandina bi darê zorê ya karmendan derkevin û ji bo daxwazên mafdar ên kedkaran em ê li qadan bin û em ê mafê xwe yê hiqûqî bikarbîn in.”