Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji rojnameya Gazete Îz’ê derbarê rojevê de pirsên Pinar Teke bersivand.
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji rojnameya Gazete Îz’ê derbarê rojevê de pirsên Pinar Teke bersivand. Yek ji bersiva wan pirsan ya başlkêş hat rojevê.
Ji Demîtaş wiha hat pirsîn, “Ji bo vê hilbijartinê jî hûn bi melodîyeke nû derketin pêşberê hilbijêran. Digel ku hûn di girtîgehê de jî gelo hûn çawa ewqasî li derve xuya dibin? Demîrtaş wiha bersiv da, “Ji bo ez ji girtîgehê derkevim, min qet hewl neda ye. Tenê hevalên min ên parêzerê min hewl dan e. Ger ez bixwazim ez dikarim ji vir derkevim. Lê belê bi wendakirina rûmeta xwe û bi stû xwarîyê. Ev yek jî qet li me nayê û ji dêleva vê yekê em mirinê tercîh dikim. Ji lewma ev rewş ji bo min jî weke gelek girtiyên siyasî veguherîye qada têkoşînê.”