Zêdekirina baca gumrikê ya hin îthalata zad, bi biryara Serokkomar di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Zêdekirina baca gumrikê ya hin îthalata zad, bi biryara Serokkomar di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryarê, ji bilî Bosna û Hersekê, baca hin zadên ku ji welatên wek Brîtanya, Gurcîstan, Koreya Başûr, Malezya, Kosova, Venezuela, welatên yên di D-8 de ne (Îndonezya, Bangladeş, Îran, Misir, Malezya, Pakistan, Nîjerya) û welatên ku di nav Pergala Bazirganîya bi Tercîhê (TPS-OIC) de ne tên sandin, ji sedî 130 hat zêdekirin. Li gorê biryara ku wê ji 1’ê Gulanê ve bikeve merîyetê; Li ser îthalata genimê normal û sor, genimê hişk, meslût, genimê sipî, ceh û garisê ji van welatan wê ji sedî 130 baca gumrikê were standin. Wekî din, biryar hat dayîn ku ji bo îthalata çewder, ce, gîyareş, garis û gilgil ku ji Sîngapurê bê îthalkirin wê sedî 16,2 baca gumrikê were danîn.