Daneyên enflasyonê yên meha cotmehê yên koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji alîyê akademîsyen û aborînasan ve serbixwe hat avakirin û daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) dîsa ji hev cuda hat eşkerekirin.
TUÎK ragihand ku Enflasyona Serfkaran (TÛFE) di Cotmeha 2023’an de li gorê meha borî ji sedî 3,43 û li gorê 12 mehan jî ji sedî 54,26 e, ENAG jî dîyar kir ku E-TÛFE di meha cotmehê de ji sedî 5,09 û zêdebûna 12 mehan jî wek ji sedî 126,18 parve kir.