Dêya Hunermend Mîr Perwer ê ku di êrîşa li Parîsê de jîyana xwe ji dest dabû Fîlîz Aydin, ji ber enfeksîyona ku pêketibû jîyana xwe ji dest da.
Dêya Hunermend Mîr Perwer ê ku di êrîşa li Parîsê de jîyana xwe ji dest dabû Fîlîz Aydin, ji ber enfeksîyona ku pêketibû jîyana xwe ji dest da.
Dêya hunermend Mîr Perwer Fîlîz Aydin ku di 23’ê Kanûnê de li Parîsê ya paytexta Fransa di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de bi Emîne Kara û Abdurrahman Kizil re jîyana xwe ji dest dabû, piştê kurê xwe li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wê jî jîyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Aydin ji ber nexweşîya enfeksîyonê ev demek bû dihat dermankirin, danê êvarê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Hat dîyarkirin ku wê cenazeyê Fîlîz Aydin bînin Mûşê û li kêleka Mîr Perver defin bikin.