Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîyên xwe yên piştê Civîna Wezîran da, peyamên operasyonên derveyî sînor da.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîyên xwe yên piştê Civîna Wezîran da, peyamên operasyonên derveyî sînor da. Erdogan ji bo operasyonên li ser sînor wiha got, "Em destûrê ji tu kesî nagirin û hesab nadin tu kesî. Em ji bo parastina sînorê xwe bibiryar in."
JI BO KARMENDÊN BI PEYMAN ŞERTÊ XEBATA 3 SALAN HEVCEYE
Erdogan di daxuyanîya xwe ya li ser mijara “kadroya karkerên bi peyman” de jî wiha got; “Di veguheztina karmendên bi peyman ku di nav de rêveberîyên herêmî jî hene, wê şertê 3 salan di vê statûyê de xebitî be were jê were xwestin. Wê salekê jî pêvajoya namzedîya memûrtîyê hebe. Kesên ku 3 sal bi peyman xebitîne, wê karibin tavilê derbasî pêvajoya namzedîya memûrtîyê bibin. Kesên ku heta niha ev heyam neqedandîye wê di dawîya 3 salan de heman mafê bi dest bixin.
JI BO EYT XEBATA LI MECLÎSÊ WÊ HERÎ NÊZ DE BI DAWÎ BIBE
Erdogan der barê EYTyê da jî daxuyanî da û got ku ew ê bi xebatên li Meclisê di demeke herî nêz de rêziknameya qanûnî bê tetbîqkirin.