Enflasyona meha Berfanbarê ji alîyê Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji alîyê akademîsyen û aborînasan ve serbixwe hatîye avakirin û Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) bi rêjeyên cuda hat eşkerekirin.
ENAG, Endeksa Bihayê Serfkaran (E-TUFE) di meha Berfanbarê de wek ji sedî 4,12 û rêjeya zêdebûna 12 mehan jî ji sedî 127,21 eşkere kir.
TUÎK daxuyand ku TUFE ji sedî 2,93 ji û salane ji sedî 64,77 e. Dema jêrkomên TUÎK'ê weke pîwan tên girtin, mehane herî kêmbûn di xanîyan de wek ji sedî 0,77 û herî zêdebûn jî di alavên malê de wek ji sedî 13,43 çêbûye.