Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê wê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di encama tîrûpişkê de cîhê partîyên sîyasî ya di pûsûlaya dengdanê de, wê îro bê dîyar kirin.
Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê wê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di encama tîrûpişkê de cîhê partîyên sîyasî ya di pûsûlaya dengdanê de, wê îro bê dîyar kirin.
Partîyên sîyasî wê herî dereng 9ê Nîsanê roja Yekşemê heta demjimêr 17:00’an lîsteyên namzetên xwe yên parlamenterîyê pêşkêşê YSK’ê bikin. Roja dawî ya serlêdana namzedîya serbixwe ya parlamenterîyê jî wê roja yekşemê be. YSK wê di heman rojê de dest bi lêkolîna lîsteyên namzetan bike û YSK, wê di 19ê Nîsanê de lîsteyên dawî yên namzetan eşkere bike. Pêvajoya dengdana li derveyî welat û ya li derîyên gumrikê jî wê di 27ê Nîsanê de dest pê bike.