Serokwezîrêberê yê Îsraîlê Ehud Barak dîyar kir ku Hamas li bakurê Gazeyê hêza xwe diparêze û îhtîmala ku li başûr jî têk biçe tune ye.
Maqaleya Ehud Barak ku tê de fikrên xwe yên derbarê Serokwezîr Binyamin Netanyahu û geşedanên li Gazeyê de nivîsand di Rojnameya Haaretz a Îsraîlê de hat weşandin.
Barak bal kişand ku artêşa Îsraîlê li bakurê Gazeyê destkeftîyên mezin bi dest xistine, lê piştê şerê nêzê 2 mehan ew nêzê xaçerêyeke tûj dibin û wiha got: "îhtîmala têkçûna Hamasê li başûrê Gazayê kêm e.
Her wiha li bakur jî hêza xwe diparêze."