BAROYA AMEDÊ DERBARÊ QEDEXEYAN DE DOZA BETALKIRINÊ VEKIR
Walîtiya Amedê ragihand ku di navbera 21-27'ê Mijdarê de li bajêr civîn, xwepêşandan, meş û çalakî hatine qedexekirin.
Walîtiya Amedê ragihand ku di navbera 21-27'ê Mijdarê de li bajêr civîn, xwepêşandan, meş û çalakî hatine qedexekirin. Baroya Amedê, li dijî biryara Walîtiya Amedê ya ku gelek çalakiyên di çarçoveya azadiya ramanê de ku yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e, li seranserê bajêr ji bo 7 rojan qedexe kirîye, li Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekir.