Pira dîrokî ya bi navê Taşkoprû ya ku di serdema Abdulhemîdê 2yem de hatibû çêkirin, di dema xebatên çêkirina vîyaduka li navçeya Pasûrê de di encama teqîna dînamîtê de zirar dît.
Pira dîrokî ya bi navê Taşkoprû ya ku di serdema Abdulhemîdê 2yem de hatibû çêkirin, di dema xebatên çêkirina vîyaduka li navçeya Pasûrê de di encama teqîna dînamîtê de zirar dît.
Pira ku navçeyên Farqîn, Hezro û Licê ji navçeya Pasûrê bi Mûşê ve girêdide, li nêzê Taxa Taşkoprû ya navçeya Pasûra Amedê ji alîyê hêzên ewlehîyê ve ji hatûçûnê re hat girtin.
Mixtarê Taşkopru Kazim Aydin di daxuyanîya xwe ya derbarê mijarê de wiha got: "Îro di encama teqîna dînamîtê ya ji bo xebata vîyadukê de beşek pirê xera bû.
Ji ber ku pira me xera bû ji hatûçûnê re hat girtin. Rayedaran gotin ku Pire di nav 2-3 rojan de bi destpêkirina xebatê wê bê temîrkirin.
Di mehên borî de jî ji teqîna dînamîtê li gundê me çend xanî xera bûn. Welatîyên me ji ber ku zirar dîtine û mexdûr bûne daxwazname dan û berpirsyaran gilî kirin.”