Rêjeya bêkariyê di meha sibatê de li Tirkiyê dîsa derket jimareyên cot.
Rêjeya bêkariyê di meha sibatê de li Tirkiyê dîsa derket jimareyên cot.
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di sibatê da li gor meha çûyî 0,2 puan zêde bû û derket ji sedî 10an. Di meha Çile de jî asta bêkarîyê ji sedî 9,8an de bû.
Li gor daneyên TUÎKê bêkarîya rastîn ya ji bin bandora demsalê hatîye derxistin bi 1,5 pûanê derketîye ji sedî 23,4an. Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 8,7 û ji bo jinan jî, ji sedî 12,6 derbas kirî ye.
Hejmara bêkaran di meha Sibatê de li gor meha borî 65 hezar kes lê zêde bû, derket 3 milyon û 514 hezar kesan. Di meha Sibatê de rêjeya îstîhdamê 0,6 pûan kêm bû, derket ji sedî 48,2an