Yekîtîya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, hejmarên îxracata herêmê ya meha Gulanê bi raya giştî re parve kir.
Yekîtîya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, hejmarên îxracata herêmê ya meha Gulanê bi raya giştî re parve kir. Îxracata ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, li gor Gulana par ji sedî 5,4 zêde bû û derket 868 mîlyon û 768 hezar dolarê. Li Amedê, hat dîyarkirin ku di Gulana 2022an de 23,4 mîlyon dolar îxracat hatîye kirin. Serokê Koordînasyona GAÎB'ê Ahmet Fîkret Kîlecî li ser mijarê nirxandinê kir û wiha got; “Li gor meha borî, li herêma me bi giştî bi 189 welatan re îxracetê kiriye. Ez ji dil spasîyên xwe pêşkêşê hemû îxracatkarên me yên ku alîkarîya aborîya herêmê û welatê kirine, dikim.”