Xizmên Windayan û Şaxa Amedê ya İHD'ê di hefteya 785an a çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de aqubeta Mehmet Înan a ku 30 sal berê li Sêrtê di binçavan da hate windakirin, pirsîn.
Xizmên Windayan û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) di hefteya 785an a çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din aqubeta windabuyîyan û kiryaran pirsîn.
Di çalakîya vê hefteyê de, aqubeta Mehmet Înan ê ku di 28ê Sibata 1994'an de li Sêrtê di bin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn.
Di çalakîyê de wêneyên kesên bi kiryar nedîyar hatin qetilkirin û kesên bi darê zorê hatin windakirin hate hilgirtin.
Çalakîya vê heftê bi daxuyanîyan, bi xwendina çîroka Mehmet Înan û çalakîya rûniştinê ya 1 xulek bi dawî bû.