Li gor agahîya ku li ser malpera Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgînî (AFAD) hat dayîn, li navçeya Golyaka ya Duzceyê bi lerza 5,9an erdhejek pêk hat.
Li gor agahîya ku li ser malpera Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgînî (AFAD) hat dayîn, li navçeya Golyaka ya Duzceyê bi lerza 5,9an erdhejek pêk hat. Erdheja ku ber destê sibehê di saet 04:08an de pêk hat 6,81 kîlometre di bin erdê de hat tomarkirin. Erdheja ku li Duzceyê çêbû, li herêmeke berfireh heta Stenbol, Bolû, Sakarya, Enqere, Kocaelî, Kutahya, Bîlecîk, Bursa û Îzmîrê hat hîskirin. AFADê da zanîn ku di erdhejê de bi tevahî 50 kes birîndar bûne. Di erdhejê de kes nemir, lê belê Hikmet Çelebî yê ku li Duzceyê dijîya krîza dil derbas kir. Çelebî li Nexweşxaneya Dewletê ya Duzceyê jiyana xwe ji dest da.