Li Amedê di avahîyekê de şewat derket û 20 kesên di avahîyê de asê mabûn, hatin xilaskirin.
Li Amedê di avahîyekê de şewat derket û 20 kesên di avahîyê de asê mabûn, hatin xilaskirin. Şewat li Kuçeya 873’yemîn ya Taxa Febrîqa, di saetên sibê de derket. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, di mitbaxa avahîyekê de ji ber sedemeke nedîyar şewat derket. 20 kesên ku di avahîyê de asê mabûn, ji alîyê ekîbên îtfaîyeyê ve hatin rizgarkirin. Piştê xebatek bi qasê saet û nîvekê şewat hat kontrolkirin. Hat dîyarkirin ku bi tevahî 4 xanîyan de xisarên madî pêk hatin.