Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê wê di 8’ê cotmehê de li dijî talana xezayê bi dirûşma ‘Em ê bi ser bikevin, Em Jîngeha Xwe Diparêzin’ Mîtînga Hawirdorî ya Herêmê li dar bixe.
Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê wê di 8’ê cotmehê de li dijî talana xezayê bi dirûşma ‘Em ê bi ser bikevin, Em Jîngeha Xwe Diparêzin’ Mîtînga Hawirdorî ya Herêmê li dar bixe.
Platform derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Em li dijî talankirina daristan û mêtingerîya madenvanîyê ji bo jîngeha xwe biparêzin li mîtînga herêmê ya Dêrsimê tên cem hev. Heke em li dijî mêtingerîya madenvanîyê ku gef li jîngeha me dixwe tênekoşin wê gelek candar û nebat talan bibin. Heke em milê xwe bidin hev em ê bi serkevin.”