Piştê pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê de hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de 7 rojnamevan jîyana xwe ji dest dane.
Piştê pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê de hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de 7 rojnamevan jîyana xwe ji dest dane.
Buroya Çapemenîyê ya Hikûmetê ya li Gazeyê derbarê hejmara mirîyên çapemenîyê ku di êrîşên Îsraîlê de pêk hatîye, daxuyanîyeke nivîskî da.
Di daxuyanîyê de hate dîyarkirin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve 7 endamên çapemenîyê jîyana xwe ji dest dane, 10 kes birîndar bûne û 2 rojnamevan jî winda ne.