Li Konyayê ji ber dermanê kêzika zarokê cîran ê 7 salî jîyana xwe ji dest da.
Li Konyayê di malekê de dermanê kêzika ku hat bikaranîn bû sedema mirina zarokê li qata jor.
Welatîyên li qata ewil a xaniyekî kerpîç a du qat a li navçeya Meram a navenda Konyayê dijîn, ji bo ku ji kêzikên li malê xilas bibin, roja Duşema borî malê derman kirin, derî û paceyan jî bi bandê girtin û ji malê derketin.
Piştê ku bêhna dermanê ket xanîyê ku N.D. li qata duyemîn lê diman, keç û nevîyên N.D. yên ku li malê bûn ji bêhna dermanê jehrî bûn. Dema hat ferqkirin ku Ahmet Enes Temel bêliv e, rakirin nexweşxaneyê.
Zarokê 7 salî tevê hemû midaxaleyan li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.