Derket holê ku Li Stenbolê înşaeta Walîtîya Stenbolê û Şaredarîya Sancaktepeyê ku bû sedema mirina 3 birayên biçûk, bi kaçaxî hatîye çêkirin
Hat dîyarkirin ku li Sancaktepeya Stenbolê şantîyeya ku cesedê Berat ê 7 salî, Baran ê 9 salî û Batuhan Sagîn ê 11 salî lê hatin dîtin, derqanûnî ye.
Li gor nûçeya Îsmaîl Arî ya ji BirGûnê, hat hînbûn ku înşaeta ku aîdî Walîtîya Stenbolê û Şaredarîya Sancaktepe ya AKP'yî ye, ne xwedî destûr e û ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê jî destûra kolandinê nehatîye standin.
Şaredara AKP'ê ya Sancaktepeyê Şeyma Dogûcû, di daxuyanîyên xwe de dîyar kir ku wan dest bi kolandina bingeha înşaetê xebatan kirine û fikirîn ku wê prosedurên wek ruxseta înşaetê paşê wê ji xwe ji wan re were.