Di encama siwareya ku qeza kir û di qenala ketibû qenala avdanîyê piştê mirina 4 zarokan cenazeyê dayika zarokan jî hat dîtin.
Di encama siwareya ku qeza kir û di qenala ketibû qenala avdanîyê piştê mirina 4 zarokan cenazeyê dayika zarokan jî hat dîtin.
Siwareya ajokarê wê Hasan Çetîn bû li nêzî Taxa Ûlûbag a navçeya Halîlîye ya Rihayê qelibîbû nav qenala avdanîyê. Di heyama ku siware nav avê hat derxistin, cenazeyê zarokên wan Asmîn a 11 salî, Aysûn a 9 salî, Ecem ê 5 salî, îbrahîm ê 4 salî hatibû dîtin, dayik Ozlem Çetîn û Muslum ê yek salî wenda bûbûn. Cenazeyê dayika Ozlem Çetîn îro danê nîvro hat dîtin, ji bo dîtina Muslumê 1 salî xebat berdewam e.