Pezên ku ji Îdirê ber bi Rihayê ve ji bo firotinê dihatin şandin, ji ber ku demeke dirêj ji ber belgeyên fermî yên sewqîyatê di TIR'ê li germê hatin rawestandin, bê hilm man û telef bûn.
Pezên ku ji Îdirê ber bi Rihayê ve ji bo firotinê dihatin şandin, ji ber ku demeke dirêj ji ber belgeyên fermî yên sewqîyatê di TIR'ê li germê hatin rawestandin, bê hilm man û telef bûn.
Li gor agahîyan esnafên ku ji Rihayê ji bo pez bikirin çûn Îdirê, bi TIRa ku pez lê barkirî bû ji bo destûra sewqîyata derveyê bajêr werbigrin, serî li Midûrîyeta Şaxa Xurek, Çandinî û Tenduristîya Heywanan, Xwedîkirin û Masîgirîyê ya Îdirê dan.
Lê ji ber ku rayedar dereng tevgerîyane, ji pezên ku di bin 50 pile germê de hatibûn rawestandin 40 pez bi sedem ku hilm nestendibûn telef bûn. Dema ku xwedî ajalan û esnaf hay ji vê rewşê bûn, hemû pez ji TIRê daxistin. Xwedîyê pez, esnaf û welatîyên derdorê ê bertek nîşanê rayedaran dan.