Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ragihand ku aboneyên ku deynên bi faîz û cezayên derengmayînê hene û ger bixwazin deynên xwe sererast bikin roja dawî 31ê Cotmehê ye.
Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎyê piştê ku Qanûna Ji nû ve Avakirina Hin Dezgehan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket merîyetê, li welatîyên li Amedê ku deynê wan ê avê heye û ji vê rêziknameyê sûd werbigirin dîsa bang kir.
Hat dîyarkirin ku aboneyên ku berîya 31ê Berfanbar ya 2022an deyndarê fatûreyên avê bûn û faîz û cezayên derengmayînê berhev kiribûn û dixwazin ji vê derfeta nû sûd werbigirin divê heta 31ê Cotmeha 2023an serî li DÎSKÎyê bidin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi awayekî herî hêsan hemû deyndar ji barê deynê xwe xilas bikin.