Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê 7 milyon û 828 hezar lîre deynê 5 hezar û 198 aboneyan jê bir û sifir kir.
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê 7 milyon û 828 hezar lîre deynê 5 hezar û 198 aboneyan jê bir û sifir kir.
Midûrtîya Giştî ya DÎSK'ê li gor qanûna bi hejmara 7420'an a di Rojnameya Fermî de hat weşandin, xebatên înfazê yên ku berîya 15'ê Tebaxa 2022'an ji bo 2 hezar lîreyî ji aboneyên avê hatîye destpêkirin, temam kir. Di civîna Meclisa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de biryar hat dayîn ku deynên ketine îcrayê bêne sifir kirin.