LI WANÊ QALINDÎYA BERFÊ GIHÎŞT 20 SANTÎMETREYÊ
Li ser rêya Wan-Bahçesarayê berfê bandora xwe zêde kir.
Li ser rêya Wan-Bahçesarayê berfê bandora xwe zêde kir. Li herêma bilind ya ku berf lê dibare qalindîya berfê digihîje 20 santîmetreyî. Ji ber barîna berfê di hatinûçûna siwareyan de gelekî zehmetî çêbû. Ekîbên baqijkirina berfê dest bi xebatê kirin. Her wiha ajokar hatin hişyar kirin ku divê bê zincîr nekevin rê.