Dîroka dayîna Îkramîyeyên Teqawîtan ya Cejna Qurbanê ya 2022an, hat eşkere kirin.
Dîroka dayîna Îkramîyeyên Teqawîtan ya Cejna Qurbanê ya 2022an, hat eşkere kirin.
Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî, daxuyand ku berîya cejnê di navbera 2-7’ê Tîrmehê de hezar û 100 TL wê ji hesaban re bê şandin. Di 5-6’ê Tîrmehê de teqawîtên SSK’ê, di 7’ê Tîrmehê de teqawîtên Bag-Kur’ê û di 2-5’ê Tîrmehê de jî kesên ku di sindoqê teqawîdîyê ya mehane de distînin jî wê îkramîyeya cejnê bistînin.
Rojên dayîna îkramîyeya teqawidbûnê ya Cejna Qurbanê wê wiha be:
Yên ku di bin SSK’yê de wê 17, 18, 19, 20, 21 roj dayinê wan di 5’ê Tîrmehê de, yên 22, 23, 24, 25 û 26 di 6’ê Tîrmehê de, yên ku di bin Bag-Kurê de teqawîdîyê distînin di 7’ê Tîrmehê de, di çarçoveya sindoqa teqawîdîyê de kesên ku di 1’e Tîrmehê de distînin wê 2’ê Tîrmehê û 2, 3, 4, 5 Tîrmehê de jî teqawîd wê bi mûçeyê mehane îkramîyeyên wê di 2-5’ê Tîrmehê de bistînin.