Li Rihayê hat îdîakirin ku bi komî deng hatine dayîn. Parêzerên ku ji bo vê îdîayê çûn dibistanê, hatin asteng kirin û nehiştin têkevin hundur dibistanê.
Li Rihayê hat îdîakirin ku bi komî deng hatine dayîn. Parêzerên ku ji bo vê îdîayê çûn dibistanê, hatin asteng kirin û nehiştin têkevin hundur dibistanê.
Parêzer Ronayî Paydaş, derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmenên di dema parêzêr tên asteng kirin parve kir.
Paydaş, di parvekirina xwe de wiha dîyar kir, “Em li taxa gundewarî ya Yazlıca ya Kanîya Xezalan ne ku yek ji herêmên em jê berpirsyar in.
Li vir xwestin bi komî deng bidin. Ji ber em jê re bûn asteng, bi gef û heqaretan êrîşê me û wezîfedarê sindoqan kirin. Ji ber ku ewlehîya canê di xeterê de ye, ji bo em li wan gilîyê sûc bikin em ji gund derketin.