Li bihayê nanê Amedê zemek din jî hat kirin.
Li bihayê 400 gram nanê Amedê ku di meha Hezîranê de ji 8 lîreyan derketibû 10 lîreyan, zem û zêdebûnek din jî hat kirin. Bi zema dawîn re bihayê nanê Amedê derket 12 lîreyan.
Serokê Odeya Nanpêjên Amedê Mehmet Emîn Gungor, derbarê zêdebûna bihaya her berhemê ya piştê zema KDV û OTVyê, dîyar kiribû ku wê tu zem û zêdebûn li bihayê nan neyê kirin.