Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî derbarê nûçe û nivîsên bi sernavê "Zarokên erdhejê didin cemaetan" daxuyanî da.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî derbarê nûçe û nivîsên bi sernavê "Zarokên erdhejê didin cemaetan" daxuyanî da.
Di daxuyanîya Wezaretê de wiha hat gotin, “Derbarê mijarê de bi ekîbên înfazê û Navenda Xizmetên Civakî ya Beykozê re di 10ê Sibatê de li navnîşana ku hatîye dîyarkirin zîyareta malbatê hatîye kirin. Di encama tespîtê de di malê de zarokek bêkes nehat dîtin. Hat dîyarkirin ku yên di malê de dimînin jinên bîyanî yên ku hevjînên xwe di şerê li Sûrîyeyê de winda kirine û zarokên wan in û di derbarê zarokan de îhmal û îstîsmar tune ye.Piştê serdanê malbat li ser xizmetên Wezaretê û rêyên ragihandinê yên ku ger hewcedarîya wan bi van xizmetan hebe dikarin pê re têkilî daynin hatin agahdarkirin.