Hat îdîakirin ku mînîbusa duh êvarê li Amedê qeza kiribû, ji ber siwareyek din qeza kirîye.
Di qezaya ku duh êvarê li ser 12emîn kîlometreya rêya Amed-Rihayê qewimî de mînîbusa ku karkerên înşaetê tê de bûn qeza kir û pekîya erdê li kêleka rê û 15 karker birîndar bûn.
Ajokarê serwîsê Mehmet Kizil ê ku piştê qezayê îfadeya wî hat girtin wiha got, "min karkera dibir mala wan.
Di rê de ajokarê siwareya ku min plaqeya wî nedît, bi hemla meqesan li piş min dihat.
Dema ku meqes avêt pêşîya min, ji bo ku ez lê neqelibim min bi zehmetî hewl da, lê min kontrola dîreksiyonê winda kir û firîyam nav erd." Piştê îfadeyê polêsan ji bo şofêrê siwareyê bibîne lêpirsîn da destpêkirin.