CHPê mudeta serlêdana namzetîya parlamenterîyê dirêj kir.
Mêrên ku dixwazin bibin namzed ji partîya ku ji hilbijartinên berê zêdetir serlêdan kiribûn wê 30 hezar lîre, jin û kesên astengdar jî wê 15 hezar lîreyî bidin.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek, derbarê dirêjkirina mudeta serlêdanê de daxuyanî da û wiha got, "Ji ber bawerîya mezin a welatîyên me bi partîya me heye, mawe û mudeta serlêdana namzetîya parlamenterîyê ya ku di 13ê Adarê de dest pê kiribû, ji bo 2 rojan hat dirêjkirin. Heta 22ê Adarê roja Çarşemê serîlêdan wê bidom e.”