Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku diçû Çewlikê, li ser rêya Licê ji ber xeletîyeke teknîkî ji kontrola ajokar derket û li qeraxa rê qelibî.
Li ser agahdarkirina rewşê gelek ambûlans û ekîbên cendirmeyê sewqê cîhê bûyerê bûn.
Hat dîyarkirin ku di muayeneyên ku ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve hatin kirin de 27 kes sivik birîndar bûn.
Hate hînbûn ku rewşa birîndarên ku sewqê nexweşxaneyên bajêr hatin kirin baş e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.