CÎGIRÊ SEROKÊ TUÎKÊ JI WEZÎFEYÊ HAT GIRTIN
Cîgirê Serokê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) Fatîh Şahîn bi biryarnameya Serokomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji wezîfeyê hat girtin.
Cîgirê Serokê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) Fatîh Şahîn bi biryarnameya Serokomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji wezîfeyê hat girtin. Hat îddîakirin ku daneyên şîrketên lêkolînê yên ku berê bi daneyên TUÎKê hatibûn weşandin re bûbûn mijara nîqaşê. Dema ev îdia hê di rojeva Tirkiyeyê de bû, bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peywira Fatîh Şahîn nîvê şevê bi dawî bû.