Dengdana li derveyê welat ya ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û Serdema 28emîn a Parlamentoyê wê sibê dest pê bike.
Dengdana li derveyê welat ya ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û Serdema 28emîn a Parlamentoyê wê sibê dest pê bike.
Ji hilbijartinê re 18 roj man, li 75 welatan û li 156 nûnertîyên bîyanî komîteyên sindoqan hatin avakirin. Dengdan wê sibê li derîyên gumrikê û nûnertîyên derveyê welat dest pê bike. Dengdana li derîyên gumrikê wê 14ê Gulana 2023an roja Yekşemê demjimêr di 17:00an de bi dawî bibe. Dengdana li nûnertîyên bîyanî wê di 9ê Gulanê de bi dawî bibe. Hilbijêrên ku di lîsteyên hilbijartinê yên li derveyê welat de qeydkirî ne, di nav betlaneyê de wê 24 saetan dengê xwe bidin.