Biryarnameya Kar û Ewlehîya Civakî di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi biryarnameyê re ji bo kargehên ku di erdhejê de zirar dîtine wê alikarîya kar a demkurt bê dayîn. Ji bo cîhên kar ên ku xisar û zîyana xwe bikin belge wê li hêvîya temam kirina pêvajoya tespîtkirinê neyê seknandin. Ji bo kesên di belgeyan de agahîyên xelet û ne rast nîşan bidin, ger bên tespît kirin, wê pereyên ku ji wan re hatine dayîn bi faîza wê re jê were stendin. Li bajarên ku rewşa awarte lê hatîye ragihandin, peymanên kar û xizmetguzarîyê wê nayên betalkirin. Ji bo karkerên ku li herêmên erdhejê peymana wan a kar heye wê 133 lîre û 44 quruş piştgirîya mûçeyê ya neqdî bê dayîn. Dema ku kargeh ji ber erdhejê bê girtin jî wê peyman bê betalkirin. Piştgirîya mûçeyê wê jidema rewşa awarte derbas nebe.