Dadgehê bi îdiayên “heqareta li Serokkomar” û “biçûkxistina hikûmetê” 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li sîyasetmedar Selma Irmak birrî.
Dadgehê bi îdiayên “heqareta li Serokkomar” û “biçûkxistina hikûmetê” 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li sîyasetmedar Selma Irmak birrî.
Derbarê parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak de, ji ber axaftinek wê ya di sala 2015’an de li televizyonekê kiribû, derbarê qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk, Ekîn Wan, Abûlazîz Yûral, Şeyhmus Dûrsûn û rûxandina goristanan de axivîbû. Bi îdiaya ku Imrak “Heqaret li Serokkomar kirîye” û “hikûmeta Tirkîyeyê biçûk xistîye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Aslîye ya Amedê hat lidarxistin. Selma Irmak beşdarê danişînê nebû û parêzerê wê Racî Bîlîcî di danişînê de amade bû.
Dozger mutalaya xwe ya ku ceza dixwaze dubare kir.
Bîlîcî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê beraetkirin. Tevî vê daxwazê jî dadgehê ceza li Irmak birrî.
Dadgehê ji îdiaya “biçûkxistina hikûmetê” salek û 3 meh û ji îdîaya “heqareta li serokkomar” jî 2 sal û 11 meh ceza li Irmak birrî.