Hat ragihandin ku berhemên ku feraseta sosa lîmonê didin wê li Tirkîyeyê bên qedexekirin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumaklî derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Bi rêziknameya ku me par çêkiribû me firotina berhemên wek sosa şerbeta hinarê ya ku feraseta şerbeta hinarê dide û sosa bi tama hinarê di bazara navxweyî de qedexe kir.
Bi heman awayê em ê firotina berhemên wek sosa lîmonê ku fera ava lîmonê dide di pîyaseya navxweyî qedexe bikin.” Yumakli, derbarê mijara goştê sûnî de jî wiha got: “Goştê sûnî teqez ne di rojeva me de ye. Destûra hilberandina goştê sûnî ne mimkûn e.