Serokatîya Hatûçûya Midurîyeta Giştî ya Emnîyetê bîlançoya meha tebaxê ya Amedê weşand.
Serokatîya Hatûçûya Midurîyeta Giştî ya Emnîyetê bîlançoya meha tebaxê ya Amedê weşand.
Li gor îstatîstîkan li Amedê di 385 qezayan de 352 kes birîndar bûn, 2 kesan jî jîyana xwe ji dest da. Li gor van daneyan di encama 183 qezayan de xisarên madî pêk hat. Her wiha hat dîyarkirin ku 8 mehên pêşîn ên sala 2022’yan de 3 hezar û 246 qezayên trafîkê çêbûn û di van qezayan de 2 hezar û 601 kes birîndar bûn, 14 kesan jî jîyana xwe ji dest da. Li gor daneyên îstatîstîkan hat destnîşankirin ku piranîya qezayan ji ber xetayên ajokaran rû dane.