Belgeyên ketina Ezmûna Sazîyên Perwerdehîya Bilind (YKS) ya 2022an li ser malpera OSYMyê hat parvekirin.
Belgeyên ketina Ezmûna Sazîyên Perwerdehîya Bilind (YKS) ya 2022an li ser malpera OSYMyê hat parvekirin. Serokê Giştî yê OSYM'ê Halîs Aygûn, ji hesabê xwe yê medyaya civakî di derbarê belgeyên ketina ezmûnê de daxuyanî da. Aygûn wiha got; “Namzedên me dikarin li ser malpera me xwe bigihînin belgeyên têketina YKS ya 2022an. Namzedên ku wê beşdarê ezmûna YKS’ê ya ku wê di 18-19’ê Hezîrana 2022an da bê kirin, dikarin ji malpera me an jî ji sepana me ya mobîl ya OSYM AÎS cihên ezmûnê hîn bibin. Ji niha ve ji hemû namzetên me re serkeftinê dixwazim."