Hat dîyarkirin ku di êrîşa xwekujî ya li mizgefteke li eyaleta Xeyber Pahtûnhva ya Pakîstanê de hejmara mirîyan zêde bû.
Hat dîyarkirin ku di êrîşa xwekujî ya li mizgefteke li eyaleta Xeyber Pahtûnhva ya Pakîstanê de hejmara mirîyan zêde bû.
Di êrîşa xwekujî ya ku duh di dema nimêja nîvro de li mizgeftê hat kirin de 87 kesên ku piranîya wan polês bûn jîyana xwe ji dest dan û 157 kes jî birîndar bûn. Rêveberê Polêsên Peşawer, Mihemed Îcaz Xan dîyar kir ku piştê teqînê banê mizgeftê hilweşîyaye û ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane xebat didomin. Sarbakaf Mohmandê yek ji fermandarên Talîbana Pakîstanê ye (TTP) li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku wan berpirsyarîya êrîşê girtîye ser xwe. Mohmand da zanîn ku ev êrîş ji bo tolhildana Abdul Welî Mohmand ê bi navê Omer Xalid Xorasanî, yek ji fermandarên payebilind ên Talîbana Pakîstanê ku di Tebaxa 2022’an de li Afganîstanê hat kuştin, hatîye kirin.