BANGA PÊŞXISTINA PROJEYÊN TÛRÎZMÊ YA LI SER SAZÎYÊN SIVÎL
Nûnerê Amedê yê Navenda Stratejîyên Deryayî û Gerdûnî ya Tirkîyê ya Mavî Vatan Atîlla Kaymaz, bang li rêxistinên sivîl kir ku tûrîzma Amedê zindî bihêlin.
Nûnerê Amedê yê Navenda Stratejîyên Deryayî û Gerdûnî ya Tirkîyê ya Mavî Vatan Atîlla Kaymaz, bang li rêxistinên sivîl kir ku tûrîzma Amedê zindî bihêlin. Atîlla Kaymaz ji bo geşedana projeyên tûrîzma Amedê pêşnîyara piştgirîyê da û wiha got; “Divê em hemû bixebitin da ku ev bajarê qedîm di warê dîrokî de derkeve pêş. Divê rêxistinên sivîl di vî warî de projeyan amade bikin û hewl bidin ku tûrîstên xwecihî û biyanî li vir bikişînin. Di vî warî de divê em piştgirîyê bidin sazîyên pêwendîdar û projeyên hevpar pêş bixin. Ji bo vê jî divê em hinek hewl bidin.”