Hostayên Siwareyan yên Amedê, derbarê astengî û zehmetîyên zivistanê de hişyarî dan ajokaran.
Hostayên Siwareyan yên Amedê, derbarê astengî û zehmetîyên zivistanê de hişyarî dan ajokaran.
Li sîteya Pîşesazîya Amedê, hostayên siwareyan ji Rojnameya Tîgrîsê re axivîn û derbarê astengî û zehmetîyên ji ber demsala zivistanê pêktên hişyarî dan. Pisporê tamîrkirina wesayîtan Eşref Ozkeskin, destnîşan kir ku ji ber guherîna şert û mercên hewayê temîrkirina wesayîtan pir girîng e û wiha got: “Ji bo ku motora wesayitê necemide, divê girîngî bidin antîfrezê. Ger ev neyên kirin, ajokar dê di mehên zivistanê de pirsgirêkên cidî bibînin.