Şaxa Yekemîn a Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) biryar da ku serlêdana binpêkirina duyemîn a Wekîlê girtî Can Atalay sewqê Lîjneya Giştî bike.
Parêzerên Parlamenterê Partîya Karkerên Tirk (TÎP) yê Hatayê Can Atalay, bi hinceta ku biryara binpêkirinê ya Dadgeha Qanûna Esasî ya derbarê Atalay de nehatîye bicîhanîn, cara duyemîn serî li AYMê da.
Lîjneya Yekemîn a Dadgeha Qanûna Esasî ku "ji bo serîlêdan ji ber nirxê xwe ji hêla Lîjneya Giştî ve biryar bê dayîn" pêwîst dît, bi yekdengî biryar da ku li gorê xala 28emîn Rêziknameya Hundirîn a Dadgeha Qanûna Esasî serî li Lîjneya Giştî ya AYMê bide.
Hat dîyarkirin ku Atalay dîyarkir ku "mafê hilbijartin û xebatên sîyasî", "mafê darizandina adil" û "mafê azadî û ewlehîya şexsî" cara duyemîn hatîye binpêkirin û daxwaz kir ku ev binpêkirin bên rakirin.
Lîjneya Giştî ya Dadgeha Qanûna Esasî wê serîlêdanê binirxîne û di roja ku paşê dîyar bibe de biryarê bide.