Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna qezaya trafîkê de ku polêsek tê de jîyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûbûn de 4 kes hatin binçavkirin
Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna qezaya trafîkê de ku polêsek tê de jîyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûbûn de 4 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve derbarê qezaya trafîkê ya ku rojek berê li Amedê qewimîbû, hatibû dest pê kirin berdewam dike. Siwareya H.A. dajot ewil li siwareya polês ê bi navê Kemal Guleç ê 32 salî diqelibe, dû re jî li siwareyeke din diqelibe û di encamê de qezayeke zincîrî pêk tê. Di çarçoveya lêpirsîna ku hatîye dest pêkirin de bi tevlê ajokar H.A. yê ku birîndar bûbû, 4 kes hatin binçavkirin.