Komîsyona Mafên Mirovan ê Parlementoya Almanya berîya çend rojan pêşnûmeya komkijîya Êzîdîyan li parlementoyê pejirand.
Komîsyona Mafên Mirovan ê Parlementoya Almanya berîya çend rojan pêşnûmeya komkijîya Êzîdîyan li parlementoyê pejirand.
Parlemento wê di meha îlonê de komkujîya li ser Êzîdîyan wek ku jenosîde hatîye pêkanîn wê ji parlementeran bipirsin da ku bi fermî jî were pejirandin. Berpirsê Ofîsa Êzîdîyên ku hatine revandin Huseyîn Qaydî parve kir ku, 18 sazîyên Alman piştgirî didin ji bo pejirandinê. Huseyîn Qaydî anî ziman ku, ji 86 komgorîyan heta niha 26 hatine dîtin. Ew dibêjin ku nêzikê 2 hezar û 700 kes cenazeyên wan di wan komgorîyan de ne.